Semaya ku odeya xwe bi wêneyên ew bi xwe xêz kirine xemilandiye dibêje, “Dema ez hatim Hesekê, min odeyek teybet ji bo xwe hilbijart. Bi rastî ez xemgîn bûm ji ber ku pirr wêneyên çêkirin, li Siûdiyê man lê ev yek nebû pirsgirêk û min rêya îfedekirina fikir û hestên xwe dewam kir. Xêzkirinê beşek girîng ji kesayeta xwe dibînim, ez nikarim jê dûr bikevim. Her ku min wêneyek bi dawî kir, min li odeya xwe daleqand heta bû pêşangeh. Ez hez dikim dema çavên xwe ji xewê vekim, karê xwe li ber çavên xwe bibînim. Bi vî rengî roj bi roj min şaşîtiyên xwe jî di wêneyan de didîtin, ji ber ku her tim min lê mêze dikir, min ferq dikir ku di hin cihan de pêwîst bû min bi rengekî din xêz bikira. Min bi pênûsekê dest bi xêzkirinê kir, niha ez bi pênûsên rengorengo dewam dikim.”
Wê bibe bijîşk
Di xêzkirinê de herî zêde bala Sema diçe ser hunermenda Kurd Xecê: “Ez pirr ji hunermend Xecê hez dikim, jinek Kurd e bi temenê xwe mezin e. Bi dengê xwe yê xweş xwedî li çanda Kurdan derdikeve. Lewma min wêneyê wê xêz kir. Pirr wêneyên min ên din hene, li ser zarok, xwezayê û hunermendan. Xêzkirin cîhaneke cuda ye, psîkolojiya min çi be, ez her tim dixwazim di wê cîhanê de bimînim. Ez dixwazim siberojê pêşangeheke min a taybet çêbe û bibim bijîşkek û bi rengekî pispor li tembûrê bidim. Banga min li jinan e, xwedî li xeyalên xwe derkevin û hêviyên xwe pêk bînin.”