Weke tevgereke hunerî, “hunerê derve” xwe bi materyalekê sînordar nekir, wê cihê berhemê jî bi mekanekî sînordar nekir. Pirraniya berheman ji materyalên erdê yên weke axê, keviran, giya û daran û ava li cihê berhem lê, tên çêkirin. Cihê berhem lê jî bi pirranî dûrî navendên şên in; yanî dûrî mal, gund û bajaran in. Heta carinan pirr zehmet e mirov xwe bigihîne wan. Lê belgekirina bi wêneyan a van berheman karîn xwe bigihînin galeriyên bajaran.
Yek ji hunermendên îro jî vê tevgara hunerî ji xwe re dike kar, Cornelia Konrads e. Ew sala 1957´an li bajarê Elmanyayê Wuppertalê hatiye dinê. Yanî gava ev tevgera hunerî belav dibe, di salên 70´yî de ew ciwanek e. Ciwaneke li welatekî ku tevgera hawîrdorparêz lê xurt dibe.
Cornelia Konrads, herî zêde tiştan li dijî hêza kêşana erdê, bi firrê dixe. Ew bi rengekî ji rengan xewna firrînê û tirsa ji ketinê di nav hev de dihûne. Em dibînin ku qirş û guliyên daran ji înstalasyona wê bi hewa dikevin. Yan jî kevirên ser dîwarekî, li serê lodekê hêdî hêdî bi hewa dikevin. Yan jî carinan lewheyên darî yên înstalasyoneke weke deriyê malekê, yek bi bi yek bi hewa dikevin.