Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Xeyala wan ew e ku rojek amûrên muzîkê ji bo xwe bikirin

February 16, 2021
0 0
Xeyala wan ew e ku rojek amûrên muzîkê ji bo xwe bikirin
Share on FacebookShare on Twitter

ŞIRNEX – Li Şirnexê sê bira ji temenê xwe yê biçûk de heta niha stranan dibêjin, ji ber bêderfetiyên madî nikarin amûrên muzîkê bistînin û xeyala her sê birayan ew e ku amûrên muzîkê ji xwe re bikirin. 

Li taxa Gundogdu ya Şirnexê sê birayên hev Firat, Nîhat û Mahsun Polat  ji temenê biçûk ve dest bi strîna stranan kirine û ji ber bêderfetiya madî heta niha her sê bira bi amûrên amatorî yên weke satila mast û tenekeyan lê dixin û stran dibêjin. Her sê bira di dixwazin di pêşerojê de amûrên wan ên muzîkê çê bibin û daxwaziya wan tenê ew e ku di demên pêş de stranên xwe bi awayeke azad bistrînin. 
 
JI TUNEBÛNÊ AMÛRÊN MÛZÎKÊ AFIRANDIN
 
Ji birayan Firat Polat (22) anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve heta niha stranan dibêje û dema ku ew stranan dibêje xwe azad hîs dike û wiha got: “Di temeneke biçûk de min li gel du birayên xwe dest bi gotina stranan kir. Ji wê demê heta niha xeyalên me hene. Ez dixwazim ku van xeyalên me pêk bînim. Dema ku me ji nû ve dest bi mûzîkê kir, amûrên me tune bûn. Me jî got heger amûr nebin em nikarin mûzîkê bikin. Min û her du birayên xwe dest da  hevdû û me li satilên mast û tenekeyan da û mûzikê jenand. Niha yek ji me stran dibêje, yek satilê dide û yek ji me jî kilaman dibêje. Me got qet nebe em ji tunebûnê mûzîkê biafirînin. Pişt re em diçûn dewatan û me stranan digot. Pişt re bi derfetên herî kêm me ji xwe re tembûrek kirî. Xeyala me ew e ku em orkestrayeke mezin ava bikin û stranên xwe li her derê bibêjin.” 
 
‘XEYALÊN ME EW E KU EM JI XWE RE AMÛRÊN MÛZÎKÊ BIKIRIN’ 
 
Nîhat Polat (18)  jî diyar kir ku eleqeya wî ya bi muzîka kurdî re di temenê biçûk de çêbûye û got: “Tenê daxwaza me ew e ku mûzîka kurdî li her deveran belav bikin. Daxwaza me ya sereke ew e ku em bi zimanê xwe û çanda xwe hûnerê bikin. Em dixwazin ku bi kilamên xwe mirovan bextewar bikin. Em her sê bira ji biçûkatiya xwe ve heta niha stranan dibêjin û muzîkê dijenînin. Derfetên me tune bûn ku em ji xwe re amûrên mûzîkê bikirin, her yek ji me xwe hînî lêdana amûrekî kir û me amûrên mûzîkê afirandin. Heger rewşa me ya madî baş bûya, me yê di pêşerojê de ji xwe re amûrên mûzîkê bikiriya. Dema ku em stranan dibêjin em rehet dibin. Em bi stranan derdê bapîr û dapîrên xwe tînin ziman. Tişta herî girîng ew e ku mirov bi zimanê xwe mûzîkê bike. Xeyala me ew e ku em amûrên mûzîkê bikirin û  mûzîka kurdî jî di pêşerojê serdest bibe. Em naxwazin em dev ji muzîkê berdin. Qasî ku ji destê me tê em mûzîkê bikin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Dîdara Aştî û Hunerî ya Kifrî destpê kir

Dîdara Aştî û Hunerî ya Kifrî destpê kir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist