Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Xwedî li çanda Deqê derdikeve

January 28, 2022
0 0
Xwedî li çanda Deqê derdikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Nexşên ku li Kurdistanê bi navê ‘Deq’ tê naskirin, her yek ji wan xwedî wate û bandorekê ye. Ji serdema antîk û vir ve mirovan deq li bedena xwe danîne; jiyana xwe ya civakî, bawerî, lehengî, serbilindî, qewmê xwe, kêfxweşî û parastina ji nebaşiyê, bi deqkirina nexşên cuda nîşan dane. Ev çanda ku li ber windabûnê ye li Amedê ji nû ve kete rojevê.

 

Fatma Temel, deqên ku li ser bedena pîrka xwe dît, ji bo bigihîne nifşên nû hewl dide. Temel diyar kir ku ji xwe dest bi deqkirinê kir û roj bi roj bi ceribandina nîşaneyên cuda xwe bi pêş xist.

HER NEXŞEK XWEDÎ WATEYEKÊ YE

Temel diyar kir ku deq li bedena mirovan tê çêkirin û bi şîrê dayikê û derziyê tê neqişandin. Temel ragihand ku her nexşa ku tê deqkirin xwedî wateyekê ye û bi bîr xist ku ev çand ne tenê ya gelê Kurd e.

Temel anî ziman ku li Kurdistanê jin bi giranî deqê çêdikin, lê mêr jî li bedena xwe dixin û got, “Li gorî herêman nexşê tê guhertin. Mirov wateyên cuda dide van nexşan. Mirov bi giranî nîşaneyên ji qewm, eşîr an jî malbata xwe çêdikin. Her wiha hinek hene ku ji bo pêşî li nexweşiyan bigirin deq dikin.”

MIN LI GUNDÊ XWE DEST PÊ KIR

Temel li ser mijara xwedîderketina li çanda deqê û gihandina ji nifşên nû re wiha axivî, “Ez ji Mêrdînê me. Li nava malbata min kêm jî be lê li derdora min min gelek mirov dît ku deq li xwe kirine. Min destpêkê hewl da fêhm bikim bê deq çi ye û wateya nexşan çi ye. Li ser deqê min nivîs xwend, li dokûmanteran temaşe kir. Beriya ku dest bi lêkolînên xwe bikim, ji min hebû ku deq jî yek ji rêbazên makyajê yê berê yê jinan e. Piştî ku bi kesên deq kirine axivîm, min fêhm kir ku tiştekî taybet e. Pitre min jî dest pê kir. Bala ciwanên li gund kişand û min dest bi deqkirina bedena wan kir. Dema ku ji bo xwendina zanîngehê hatim Amedê, min dît ku li vê derê jî gelek kes dixwazin deq bikin.”

ATOLYEYA JI BO PARASTINA ÇANDÊ

Temel anî ziman ku wê dît çanda deqê li ber tunebûnê ye, lewma pêwîstî pê dît ku xwedî li vê çandê derkeve û got, “Ji bo ev çand winda nebe min atolyeke vekir.” Temel got, “Herî zêde jin têne vê derê. Armanca min a esasî ew e ku vê çandê bigihînim nifşê ciwan. Carna xwendekar tên dibêjin ku li ser deqê tezê amade dikin. Bi vê wesîleyê hin tiştan ji wan hîn dibim. Dixwazim ku kûrsên deqê vekim û bi hevalên ciwan re bixebitim. Bi mirovên extiyar re jî dixwazim çavkaniya dîroka deqê hîn bibim. Têkildarî çanda Kurd dixwazim tiştekî destnîşan bikim.”

Next Post
Pirtûkxaneya Gerok li Qamişloyê bû

Pirtûkxaneya Gerok li Qamişloyê bû

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist