Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

‘Xwendin nebe kes naçe pêş’

June 8, 2022
0 0
‘Xwendin nebe kes naçe pêş’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Evînê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev 5-6 sal in wê dest bi xebatên nivîs û wêjeyê kiriye û wiha peyivî: “Ez niha li Peymangeha Şehîd Zozan mamostetiyê dikim. Ev nû ye ku ji bo xebatên amadekirina kovarekê ez hatime zanîngehê. Her wiha di wergerê de li vê derê dixebitim, ez a niha li Zanîngeha Wêjeyê dixwînim jî. Ez dikarim bibêjim, ev 5-6 sal in min dest bi xebata nivîsê û wêjeyê kiriye. Xebatên min bêhtir di warê wêjeyê de ne. A niha 2 heb pirtûkên min li ber çapê ne. Pirtûka min a yekem ‘Saeta Çîrokên Zarokan’ e. Di wê pirtûkê de şeş çîrok hene. Ya din jî bi navê ‘Lekeya Tirsê’ ye. Di vê pirtûkê de jî 12 çîrok hene.”

Evînê bal bire ser wê yekê ku wê kengî û kîjan salê dest bi xebatên xwe yên di milê wêje û nivîsê de kiriye û got, “Min sala 2016’an dest bi xebatê kir. Ez 14 salî bûm, wê demê min dest bi xwendina romanan kir. Ev jî bi piştgiriya xwişka min a mezin bû. Wê jî Beşa Dîrokê di Zanîngeha Helebê de dixwend. Min her car didît ew diçe zanîngehê. Wê demê xewn û xeyalên min ji bo xwendinê mezin dibûn. Her wiha hezkirina min ji bo xwendina pirtûkan her ku diçû bi hêztir dibû. Piştî temenê 14 salî, ez dikarim bibêjim ku êdî min dikaribû hinekî bixwenda. Belkî hinekî lawaziya min a ziman û wêjeyê hebû. Lê ez gelekî xebitîm ji bo ku bi pêş bikevim. Her wiha wê demê min dest bi xwendina pirtûkên Erebî kir. Yanî ji wê demê heta niha, hema hema min 2200 pirtûk xwendine. Min hem bi zimanê Kurdî hem jî bi zimanê Erebî xwendin. Piştî ku min Peymangeya Şehîd Gîvara Dalî xwend, wê demê min biryar stend ku ji nû ve fêrî zimanê Kurdî bibim. Êdî min got ez ê romanan bi zimanê Kurdî bixwînim.”

Evînê di dirêjahiya axaftina xwe de da xuyakirin ku wê di xebatên kovarên Destan, Şermon û Ekolojiyê de cih girtiye û wiha pê de çû: “Par Zanîngeheke Online hat vekirin, bi pêşengiya Dr. Seydo Aydogan. Di vir de ez fêrî rêbazê lêkolînê bûm. Çawa bi awayekî zanistî lêkolînê bikim, li ser vê sekinîm. Min di wê demê de biryar da ka çawa di milê lêkolînan de xwe xurt bikim û bi ser bikevim. Min dest bi lêkolînan kir, lêkolîna min a yekem li ser çîrokên zarokan bû. Piştî wê di Kovara Zanistî de hate belavkirin, jixwe ji aliyê kovaran de bi giştî navê min hatiye pejirandin. Niha lêkolînên min ên derbarê zarokan de hene. Her wiha min li ser zimannasiyê û klasîkê jî lêkolîn amede kirine. Niha jî ez li Zanîngeha Kobanê beşa Ziman û Wêjeyê dixwînim. Tevî vê xebata min û keda min dîsa jî ez nikarim ji xwe re bêjim, nivîskar. Ji ber ku hîn gelek mijar hene ku bi wan dakevim û wan zêdetir nas bikim.”

Çavkanî: #PolîtîkAzad

Next Post
Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan

Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist