Fikra vê kitêbê serê pêşî çawa peyda bû?
Ji ber siyasetên asîmîlasyonê gelek jinên Kurd bi Tirkî, Farisî û Erebî perwerde dibin. Hinan ji wan tenê bi van zimanan dikarî binivîsînin. Me ew pêşî hemû wergerandin Soranî û paşê me ew wergerandin Ingilîzî. Ev jiyan û ezmûnên jinên Kurd in. Min xwest ji sînorên çêkirî û asîmîlasyona bi darê zorê bibihurim û jinên Kurd teşwîq bikim da ku serpêhatiyên xwe binivîsin û bibêjin.
Kitêb ji 25 beşan pêk tê ku her beşa wê ji bo çîrokeke cihê hatiye veqetandin. Temenê nivîskaran di navbera 20 û 70’yî de ye. Ji ber wê yekê tecrûbeyên wan jî mîna nihêrînên wan ên siyasî, dînî û civakî pirreng in. Hin serpêhatî li ser esasê huner in, hin berê xwe didin jidestdana malbatê, hest û tecrûbeyên wê, hinên din jî jiyana wan jinan belge dikin ku di nava têkoşîna çekdarî de cihê xwe girtine, di nava şer de bi tehlûkeyên weke heps, sirgûn û yên din re rûbirû bûne. Nivîsên jinan elaqedarî rûbirûbûna wan a bi van pirsgirêkan re ye. Di heman demê de berxwedêriya wan û xwegiriya wan jî nîşan dide. Mijara azadî, şanazî û hêviyê peyamên xurt û hevpar ên vê kitêbê ne.
Di civaka me de siyasîbûneke xwezayî heye. Ne ku me xwestiye welê bibin, ji ber ku welatê me dagirkirî ye. Çar rejîmên dîktatoriyê, şer, sirgûn, heps û koçberiyê ev bi xwe re anî û bi awayekî xwezayî jî jiyana gelek nifşan diyar kir. Hin jin behsa jiyana li nav malbatê dikin. Di nava tevahiya civakên li dinyayê de baviksalarî jiyana jinan mehû dike. Civaka Kurd ne îstîsna ye. Ji ber wê, naxêr, ti serpêhatiyeke romantîk nîne. Lê di nava gotinan de mirov dikare romantîzmê bibîne.