Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Yildirim: Dixwazin rejîmekê ava bikin û ev tişt jî kirinên wan e

May 28, 2022
0 0
Yildirim: Dixwazin rejîmekê ava bikin û ev tişt jî kirinên wan e
Share on FacebookShare on Twitter

Konserên Aynûr Dogan, Mem Ararat, Apolas Lermî, Melek Mosso ji aliyê kesên nijadperest û mûhafazakaran ve bûbûn hedef û piştre ev konser hatin betalkirin. Ji aliyekî ve hunermendên Kurd dibin hedef û ji aliyê din ve jî ji ser hunermendên jin jî nîqaşa ‘exlaq’ê tê kirin. Bi pêla nijadperestiyê de hunermendên gelên din jî dibin hedef. Kemanjenê Ermen Ara Malîkîan û Apolas Lermî yê ku stranên Yewnanî distrê bûn hedefên vê pêla nijadperest.

Solîstê Kardeş Turkuler û Bajar Vedat Yildirim diyar kir qedexekirina konseran ji bo gelê Kurd ne rewşeke nû ye û got “Jixwe ji berê ve li ser hunermendên Kurd zextên wisa hene. Çi yekser, çi ji dûr ve û çi jî sansura yekser. A niha jî êdî muzîsyenên sekuler jî dibin hedef. Ev beşên mûhafazakar dibejin ‘Nirxên me qels dikin, cilê wan vekirî ye’ û zextan dikin.

Ev alî jî heye, em komeke zanîngehê ne. Em ji Bogazîçiyê derketine lê a niha em nikarin biçin Zanîngeha Bogazîçiyê. Ne bi tenê kesên muzîka Kurdî dikin, ji ber ku xweseriya zanîngehan jî winda bûye, gelek hunermend nikarin biçin konser û çalakiyên vir. Piştî bûyerên Geziyê jixwe ev tişt xistin kontrolê.”

Yildirim diyar kir qada muzîkê avadaniyeke wê ya rêxistinkirî tune û got “Di vî warî de divê em şûjinê li xwe bixin. Cihekî wisa ye ku rêxistinkirina wê tune. Jixwe ji xeynî wê di civakê de ev problem jî heye. Bi salan e tiştên ku li kesên din tê kirin, nayê dîtin. Parlementer û şaredarên Kurdan hatine desteserkirin lê fêm nakin ku wê ev êriş êdî li ser her tiştî were kirin. Dixwazin rejîmekê ava bikin û ev tişt jî kirinên wan e. Divê li hemberî kesên ku li dijî jiyana sekuler û zimanên din e, mirov dengê xwe bilind bike lê ne ku yeko yeko û ji hev cihê binirxîne.”

Next Post
Dengbêj Xalîde: Devê dengbêjekan nayê mohrkirin!

Dengbêj Xalîde: Devê dengbêjekan nayê mohrkirin!

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist