Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Zanîngeha Alparslanê nehêla xwendekarên Beşa Kurdî pankarta bi kurdî vekin

June 24, 2022
0 0
Zanîngeha Alparslanê nehêla xwendekarên Beşa Kurdî pankarta bi kurdî vekin
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Zanîngeha Alparslan a Mûşê xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ku xwestin bi boneya mezûniyeta xwe pankarta bi kurdî vekin. Lê belê rêveberiya zanîngehê qedexe kir ku pankarta bi kurdî were vekirin.
 
Dijbertiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî ziman û çanda kurdî roj bi roj xwe bi mînak û astengkirinên sosret nîşan dide. Li Zanîngeha Çewlikê, Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê û li Zanîngeha Alparslan a Mûşê beşa “Ziman û Wêjeya Kurdî” hatine vekirin. Heta niha bi sedan xwendekar ji van beşan mezûn bûn. Her sal di dema mezûniyetê de xwendekarên vê beşê bi çalakiyên cur bi cur dixwazin balê bikişînin ser zimanê kurdî. 
 
Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê, xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslanê duh xwestin bi boneya mezûniyeta xwe pîrozbahiyekî li dar bixin. Xwendekarên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, xwestin pankarta “Şêrîn û xweş e zimanê kurdî” vekin. Lê belê rêveberên zanîngehê destûr nedan ku xwendekar pankartê vekin. Li ser vê yekê di navbera xwendekar û rayedarên zanîngehê de nîqaş derketin. 
 
QEDEXEYA DERAQILÎ
 
Rêveberiya zanîngehê ji bo pêşîlêgirtina vekirina pankarta bi kurdî, ewlehiya taybet şand cem xwendekaran û nehişt ku pankart bê vekirin. Di dîmenên ji hêla xwendekaran ve hatine kişandin de xuya dibe ku xwendekar israr dikin ji bo ku pankartê vekin lê belê rayedarekê zanîngehê bi vê hincetê qedexe dike: “Heta ku hûn destûrê ji me nexwazin, hûn ê nikarin vê pankartê vekin.” Bi vê yekê re rêveberiyê nehişt ku xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslanê pankarta “Şêrîn û xweş e zimanê kurdî” ya bi kurdî hatiye nivîsandin were vekirin.
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Zanîngeha Alparslanê nehêla xwendekarên Beşa Kurdî pankarta bi kurdî vekin

Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist