Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

May 16, 2022
0 0
Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Zarok Ma’yê bi çalakiyeke bi zarokan re 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. 
 
Zarok Ma ku girêdayî Akademiya Ma Mûsîc’ê ye di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li baxçeyê avahiya xwe bi zarokan re çalakiyek li dar xistin. Zarok û malbatên wan tev li çalakiyê bûn.  
 
Koordînatorê Akademiya Ma Mûsîc’ê Şêrko Kanîwar ê beriya çalakiyê axivî wiha got: “Berê dîwan hebûn. Niha ji ber telefonan me çanda xwe ji bîr kir. Em ê îro konserekê nedin we. Em ê îro bi hev re stranan bêjin. Wê zimanê me yê qedîm her tim bijî. Hewa girtî xuya dike lê îro kevir jî bibarin em ê stranên xwe yên kurdî bibêjin. Zimanê me wê her tim bijî.”
 
Piştî axaftinê bi zarokan re stranên kurdî hatin gotin. Zarokan û malbatên wan eleqeyeke zêde nîşanî stranên kurdî dan. Pişt re zarok yek bi yek derketin ser dike û her yekê straneke cuda ya kurdî gotin. Wekî din di çalakiyê de stranên dengbêjiyê jî hatin gotin. Tevî baranê jî çalakiyê berdewam kir. Tevî stranên kurdî erbaneyan gerandina govendê berdewam kir. 
 
Kanîwar ê dawiya çalakiyê dîsa mafê axaftinê girt wiha got: “Kê gotiye wê zimanê kurdî û stranên kurdî tune bibin. Weke îro wê nifşên pêşerojê jî bi vî zimanî û van stranan mezin bibin.”
 
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Encamên 9’emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn

Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist