Kom sala 2016´an li Izmîrê hatiye damezirandin û şano û skeçên xwe hemûyan bi Kirmanckî pêşkêş dike. Ji lîstikvanên koma ‘Gimgim Tiyatro Zonêma’ Dunya Şanikan ji ajansa nûçeyan PîrHayê re peyiviye û dibêje, “Ji bo ku Kirmanckî tine nebe, çi ji destê me tê em dikin. Zextên dewleta Tirk di tinebûna zimanê me de bi roleke mezin radibin. Lê kes nayê nava mala me, me yekser asteng nake, yanî em dikarin li malên xwe bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin. Em ji zarokên xwe re behsa Elewîtiyê bikin, bi zimanê xwe bi wan re bipeyivin û çanda xwe bi wan re parve bikin.”
MÛŞ