Ev karê atolyeyê gelekî bi dilê malbatên li Wanê ye. Li atolyeyê perwerdeya hînbûna bikaranîna amûrên keman, tembûr, santûr, bilûr, def, gîtar û teoriya muzîkê tê dayîn. Her wiha bi rêya perwerdeya şanoyê jî şanogerên nû digihîne. Di warê pîşeya sînemayê de jî perwerdeya wênevaniyê dide û projeyên li ser dokûmanteran jî amade dike.
Ji bo dersan ew dibêje, “Di muzîkê de em perwerdeya rîtim û notayê didin zarokên 2-5 salî. Ji bilî vê em perwerdeya keman, tembûr, santûr, bilûr, def, gîtar û teoriya muzîkê jî didin. Pirraniya şagirtên me jî zarok in. Beşeke mezin ji van zarokan di navbera 2-5 salî de ne.
ANF/WAN