Piştre xwendevana dibistana Amedeyî Bihar Tarhan daxwuyanî xwend û got, “Zimanê me rûmeta me ye. Divê gefên neyaran, me ji rûmeta me dûr nexin. Dev ji ziman berdan, pejirandina bêrûmetiyê ye. Têkçûna ziman têkçûna bingehê neteweyî, tinebûna hestên neteweyî û nemana heskirina neteweyî ye.”