Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’

May 21, 2022
0 0
‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Akademîsyen Resûl Geyîk ê di semînera ziman a Şaxa MMO’yê ya Amedê de axivî, diyar kir ku zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest û dest nişan kir ku zimanê kurdî di nav nîfşê nû de zêde naye axaftin.
 
Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Amedê li avahiya xwe ya li navçeya Yenişehira Amedê bi mijarên “Li ser jin û ziman” û “qelsbûn û windabûna ziman” semînerek li dar xist. Semînera ku moderatoriya wê endamê MMO’yê Hogir Çetîk kir, Akademisyen Resûl Geyîk û Civaknas Guljîn Kaya weke axivîner tev li bûn.  Endamên MMO’yê û gelek kes jî wek guhdarvan tev li bûn . 
 
Ewilî moderator Hogir Çetîk panelîst dan nasîn û mafê axaftinê da Guljîn Kaya. Kaya, li ser mijara ‘li ser jin û ziman’ axivî. Kaya, diyar kir ku zimanê kurdî tenê nehatiye qedexekirin, di heman demê de wekî hêmanek şermî tê dîtinê û wiha got: “Kurd car caran wekî dijminê xwe mezeyî xwe dikin û ji zimanê xwe şerm dikin. Dema bi zimanek serdest bipeyive xwe zana û ronîkbîr dibinin. Bi vî awayî kurdî hatiye piçuk xistin. Niha hatiye asta hebûn û tunebûnê, em neçar in dest bavêjin vî zimanê birindar û wî derman bikin. Ew jî bi xwedî derketinê dibe.”
 
‘JIN AFIRÎNERA CIVAKÊ YE’
 
Kaya, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tekiliya ziman û jin ê û ev tişt gotin: “Jin afirînera civakê ya bingehîn e. Jin zarokê xwe çawa mezin bike, wisa diçe. Ji hêla ziman, hela ehleq, hela derûnî ve. Di navbera pergal û dibistanê de dayik cihek pir girîng digire. Bi alikariya dayikê zarok derbazî asta cîvakê dibe. Hin dayik dibêjin ku ‘ez zarokê xwe wisa mezin bikim ku bila ji hêla tirkî ve li dibistanê pirsgirêkê nejî.’ Lê ev xelet e. Zarok dikare deh heb zimanan jî hîn bibe. Zarok di zikê dayika xwe de piştî di navbera 2-4 mehan de dengê dayika xwe dibihîse û hîs dike, ji ber wê em dibêjin zimanê zikmakî. Heke dayik pêşî bi zimanêkî din re bi zarokê xwe re bipeyîve hişê zarok jî tev li hev dibe. Divê ewilî zimanê zikmakî bi rêk û pêk were hînkirin. Ji ber vê serkeftin ne girêdayî zimanê serdestiyê girêdayî hişmendî û bingeheke xurt e. Lewma zêdetir pêywir dikeve li ser milê dayikê”
 
KURDÎ TENÊ ZIMANÊ KALAN NÎNE
 
Piştî Kaya, mafê axaftinê Resûl Geyîk girt. Geyîk, ewilî qala dewlemendiya zimanê kurdî û zaravayên wî kir. Geyîk, dû re rewşa ziman a li çar parçeyê Kurdistanê nirxand û wiha got: “Bi rastî li her çar parçe jî rewşa me xirabe. Ziman hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest. Niha li vir perwerde bi tirkî ye jiyan bi tirkî ye, medya bi tirkî ye.” Geyîk, di berdewama axaftina xwe de dest nişan kir ku zimanê kurdî di nav nîfşê nû de zêde naye axaftin û di heman demê de wek zimanê kalan tê hesibandin.
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Qamişlo jî Mizgîn ji bîr nekir

Qamişlo jî Mizgîn ji bîr nekir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist